Diyaloga Îsraîl-Sûriye bi navbeynkariya DYE'yê li Parîsê ji nû ve dest pê kir
Diyaloga navbera Sûrîye û Îsraîlê bi navbeynkariya DYE'yê li paytexta Fransa Parîsê ji nû ve dest pê kir. Di civînê de li ser "ewlehiya mayînde û aramiyê” rawestiyan.
Diyaloga navbera Sûrîye û Îsraîlê bi navbeynkariya DYE'yê li paytexta Fransa Parîsê ji nû ve dest pê kir. Di civînê de li ser "ewlehiya mayînde û aramiyê” rawestiyan.
Diyaloga siyasî ya navbera Sûriye û Îsraîlê bi navbeynkariya DYE’yê li paytexta Fransa Parîsê ji nû ve dest pê kir.
Di daxuyaniya ji hêla DYE, Îsraîl û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat dayin de, hat ragihandin ku di civîna li Parîsê de li ser mekanîzmayeke hevkariya hevbeş a pevguhertina agahiyan, kêmkirina rageşiyê û piştgiriya aramiyê li hev kirin.
Di daxuyaniyê de rêzgirtina serweriya Sûriyeyê û aramiya wê, misogeriya ewlehiya Îsraîlê, piştgiriya geşkirina her du welatan hat nîqaşkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her 2 aliyan li ser hewldana ber bi tedbîrên ewlehî û aramiya mayînek, avakirina mekanîzmayeke hevbeş bi çavdêriya DYEˊyê li hev kir, da ku pevguhertina agahiyên îstîxbaratî, kêmkirina rageşiya leşkerî û tevlêbûna dîplomasî hêsan bibe.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev mekanîzma wê bibe platîforma çareserkirina nakokiyên bi awayekî lezgîn û xebitîna li ser qedexeya netêgihîştinê.